Beriya lotkeya Ewropî, Tirkiyê keştiya xwe ji Deryaya Spî vekişand

Beriya civîna bilind ya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo ferizkirina cezayan ser dewleta Tirk, Tirkiyê keştiya xwe ya lêgerîna gazê ji Deryaya Spî vekişand.

Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku keştiya Tirk ya lêgerîna xazê ji deryayê vegeriya bendera Antalyayê.

Wezaretê diyar kir ku keştiyê di 10’ê tebaxê de dest bi legerîna xazê kiribû û detayên 11 kelometreyî girtiye.

Tê payîn jî ku di lotkeya 10 û 11’ê meha bê de ya Yekîtiya Ewropayê, ceza li ser Tirkiyê ji bo kiryarên wê yên di deryayê de feriz bibin.

LIderyayê Fransa, Yûnanistan, Misir, Îmarat û Qibrisê dest bi tetbîqatan dikin

Li aliyê din jî, li rojhilatê Deryaya Spî, Fransa, Yûnanistan, Misir, Îmarat û Qibrisê dest bi tetbîqatên leşkerî dikin.

Ev tetbîqatên leşkerî îro dest pê dikin û 6 Kanûnê wê bi dawî bibin, ku armanca wê geşkirina hevkariyê navbera welatên beşdar de ye.

Beriya niha, Qibrisê ragihandibû ku tevgera Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî rê li pêş diyalogan digire û bang li Tirkiyê kir ku ji vê hewlesta xwe vegere.

Back to top button