LI TEBQAYÊ DERBARÊ 8’Ê ADARÊ DE SEMÎNEREK HAT DAYÎN

Rêveberiya Jin a Tebqayê bi koordîneya Meclisa Sivîl a Tebqayê semînerek ji bo danasîna girîngiya Roja Cîhanî ya Jinan orgenîze kir.

Semîner di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê bi slogana ” Bi berxwedana jin jiyan geş dibe û teror tune dibe” hat dayîn.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Tebqayê Yesrib Hesûn axivî û 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û got:

Dem êdî hatiye ku jin li hember zulmê serî hildin.

Piştre endama rêveber a Meclisa Sivîl a Reqayê Dilşa Mistefa jî axivî û dîroka 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan û sedema diyarkirina vê rojê ji beşdaran re şîrove kir.

Dawiya semînerê belgefîlmek girêdayî têkoşîna şervanên YPJ`ê hat pêşandan.

Tê payîn ku jin sibe kolanên bajarê Tebqayê bi pankart û wêneyên ku 8`ê Adarê didin nasîn bixemlînin.

Leave a Reply

Back to top button