Silêman Cafer: Peyama li ser Şengalê berdewama planên dagirkeriyê ye

Endamê Meclisa Rêveber a Yekîtiya Êzidiyên li Sûriyê Silêman Cafer peymana di navbera Bexdayê û PDK’ê de ya li ser Şengalê wekî berdewamkirina planên dagirkirina erdnîgariya Kurdistanê bi nav kir û banga berxwdanê li Êzidiyan kir. Êzidiyên li Helebê jî teqez kir ku tenê Êzîdî dikarin bi navê Şengalê biaxivin. 

Endamê Meclisa Rêveber a Yekîtiya Êzidiyên li Sûriyê Silêman Cafer derbarê peymana di navbera Bexda û PDK’ê de nirxandin kir.

Silêman Cafer ev peyman bi ya derexalqî bi nav kir, ku ew jî berdewamkirina planên dagirkirinê yên dewleta Tirk in.

Li gorî Endamê Meclisê, YBŞ parastina xelkê Şengalê dike û ji ber vê yeke civaka Êzidî naxwaza dewletên derve destwerdanê bikin.

Endamê Meclisa Rêveber a Yekîtiya Êzidiyên li Sûriyê Silêman Cafer di dawiyê de bang li hemû Êzidiyan kir ku li dijî vê fermanê li ber xwe bidin.

Êzidiyên Helebê: Tenê Êzidî dikarin bi navê Şengalê biaxivin

Di heman çarçoveyê de, Êzidiyên li Helebê jî peymana di navbera Bexdayê û PDK de şermezar kir û anî ziman ku tenê Êzîdî dikarin bi navê Şengalê biaxivin.

Back to top button