
Li Şirnexê û navçeyên wê, Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ku peywira jê hat desteserkirin di nav de, gelek kes di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin.
Li navçeyên Hezex û Silopiyê yên Şirnex, Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ku peywira wê ji aliyê AKP’ê ve hatibû desteserkirin û rêveberê HDP’a Şirnexê jî di nav de, 6 kes hatin binçavkirin.
Di operasyonê de, polîsan girt ser mala siyasetmedar Resûl Sadak jî, lê ne li malê bû.
Li Denîzliyê 4 kes hatin binçavkirin
Li Denîzliyê jî, vê sibehê 4 endamên jin ên TJA û HDP’ê hatin binçavkirin
Di serdegirtina malan de, alavên malê hatin belavkirin û bandoreke neyînî li zarokan bû.