Civînên aliyên Lîbî li Mexribê dewam dikin

Bi hêviya ku li ser erkên desthilatdaiyê li hev bin, aliyên şer ên Lîbî diyalogên xwe li Tencaya Mexribê dewam dikin.

Duşemê, 2 civîn li Mexribê hatin lidarxistin û tê de hin xalên siyasî hatin zelalkirin.

Di gera 4 a van civînan de, danûstandin li ser yekbûyîna rêveberiya siyasî, hat kirin.

Lê heya niha nûnerên herdu aliyan negihaştine pêvajoya diyarkirina navê kesên dê cihê xwe di serokatiya bê de bigirin.

Danûstandîneran diyar kir, di rojên bê de, goftêgo li ser mekanîzma hilbijartinan jî, were kirin.

Parlamenterên Lîbî dibêjin ku danûstandinên li Tencayê aniha mijara yekkirina kesayetên siyasî yên Lîbyayê nîqaş dikin, paşê wê li ser mekanîzmeya hilnijartinê li hev bikin.

Back to top button