Rêjîma Îranê, 2 kolberên din birîndar kirin

Li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, 2 kolberên din di êrîşeke hêzên rejîma Îranê de, birîndar bûn.

Li gorî nûçeya “Kolbernews”ê, hêzên rejîma Îranê, li sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, bi guleyan êrîşî komeke kolber kir.

Di encamê de, kolberê bi navê Şîrwan Musî Pena yê xelkê navçeya Nelas, birîndar bû.

Her wiha li herêma Bane ya bi ser parêzgeha Sine ve jî, di encama kemîneke hêzên rêjîma Îranê de, kolberê bi navê Xidir Resul bi giranî birîndar bû.

Li Urmiyê jî duh di êrîşeke heman rejîmê de, 2 kolber hatibûn birîndarkirin.

Back to top button