6 çeteyên DAIŞ li parêzgeha Nînewayê, di operasyoneke Artêşa Iraqî û Koalîsyona Navnetewî de hatin kuştin.
Ajansa Antî-Terorîzm a Iraqî da xuyakirin ku di encama operasyoneke leşkerî ya hevbeş digel hêzên koalîsyonê de, 6 çeteyên DAIŞê li rêzeçiyayên Qereçoxê hatin kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê, destpêkê 3 çete yekser hatin kuştin û 3 çeteyên din yên hewl dan birevin, bi rêya balafirên koalîsyonê hatin armanckirin.
Ajansê diyar kir ku piştî girtina agahiyan der barê cihê veşartina çeteyan de, wan ev êrîş pêk anî.