QETER: DANÛSTANDIN WÊ VÊ HEFTEYÊ LI DEWHAYÊ DEST PÊ BIKIN

Qonaxeke nû ya danûstandinên Afganistanî- Amerîkî ji bo bidawîkirina şerê herî dirêj di dîroka nûjen de li Qeterê wê werin lidarxistin.

Qeter ragihand ku wê danûstandinên aştiyê navbera Amerîka û Tevgera Talîbanê li Dewhaya paytext vê hefteyê bi beşdariya berpisê siyasî yê Tevgerê mela Ebdulxenî Baradar dest pê bikin.

Li gorî çavkaniyên diplomatîk, danûstandin wê balê bikşînin ser agirbestê da şer bi dawî bibe û hêzên biyanî xwe ji Afganistanê vekişînin.

Çavkaniyê diyar kir ku wê danûstandin ji aliyê nûnerê Amerîkayê yê ji bo Afganistanê Zelmayî Xelîl Zad werin lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button