Ideolojya Ixwanan bingeha her fikirên terorîst e û ew berpirsê derketina DAIŞ û Qaîdê ye.. Belgeyeke Parlamena Almanî ev yek eşkere kir. Parlamena Almanî diyar kir ku rêxistina Ixwan el-Muslimîn û hinek rêxistinên din ên Tirkiyê hewl didin pergala demokratîk qels bikin û dewleteke olî li welat ava bikin.
Belgeyeke Parlamena Almanî eşkere kir ku rêxistina Ixwan el-Muslimîn û hinek rêxistinên din ên Tirkiyê hewl didin pergala demokratîk qels bikin û dewleteke olî li welat ava bikin.
Parlamena Almanî da zanîn ku rêxistina tundrew a Îxwanan û Mîllî Guruş hewl didin dewletek olî li ser erda Almanyayê bidin avakirin.
Li gorî belgeya Parlamena Almanî, di nava rêxistina Milli Görüş û komên girêdayî wê de, derdora 10 hezar endam û Îxwan jî nêzî hezar endamên wê yên sereke li Almanyayê hene.
Di belgeya Parlamena Almanî de hat gotin:
“Desthilata ewlehî li Almanyayê, rêxistinên Îxwanî ji DAIŞ û Qayîdayê gefeke mezintir dibîne.
Ideolojya Ixwanan bingeha her fikirên terorîst e.”
Şarezayên Ewropî jî, derketina DAIŞ û Qayîdayê dispêrin rêxistina Ixwan el-Muslimîn.
Rêxistina tundraw a Ixwanan, desthilata xwe li ser Meclisa Navendî ya Îslamê heye û sîwana sereke ya Misilmanên li Almanyayê ye.
Ev rêxistin bandoreke xwe ya mezin li gelek dibistan, navendên çandî û mizgefên li wir heye.
Ev belgeya Parlamena Almanî, di demekê de tê ku dewletên Ewropî operesyonên têkoşîna li dijî Ixwan û komên din ên tundrew dane destpêkirin.
Nemaze piştî bûyerên tundrewiyê li gelek bajarên Ewropayê.
Berî 2 rojan, Komeleya “Kombûyîna Dijî-Îsalmûfobiya” ku ew jî rêxistineke Ixwanî ye, berî ku hikumeta Fransî biryara jinavbirina wê bide, derketina xwe ji welat ragihand.
Jixwe berî vê, di heman çarçoveyê de, Tevgera Gurên Boz a dewleta Tirk jî li Fransayê hat qedexekirin.
Her wiha li Awstûryayê jî li 4 wîlayetan komên girêdayî Ixwan û Hemasê hatin armanckirin û 30 kes ji wan hatin girtin.