Mistefa Karasû: Êzidî dewletê ava nakin, dixwazin xweser bin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mistefa Karasû diyar kir di nava peymana ku hatiye kirin de îradeya civaka Êzidî nîne û destnîşan kir ku divê Şengal xweser be.
Karasû got; Ti zirara xweseriya Şengalê li PDK’ê û rêveberiya başûr nîne. Nabe ji bo xatirê dewleta Tirk zextê li civaka Êzidî bikin. Nêzîkatiya me ya li Şengalê tenê exlaqî û wijdanî ye. Divê Êzidî xwe bi rê ve bibin.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû têkilî peymana dagirkirina Şengalê ya di navberfa PDK-Hikûmeta Iraqê û dewleta Tirk ji kanala Medya Haberê re axivî.

Karasû da zanîn ku ji ber di navê de îradeya Êzidiyan nîne, civaka Êzidî ev peyman qebûl nekir û got;

“Civaka Êzidî li Şengalê dewletekê ava nake, tenê dixwazin xweser bibin. Naxwazin careke din fermaneke din li wan rabe. Divê îradeya Êzidiyan li ber çavan were girtin.”

Karasû balkişande li ser dijberiya PDK’ê ya li dijî Şengalê û diyar kir ti zirareke xweseriya Şengalê li PDK’ê û rêveberiya başûr nîne û wiha dewam kir;

Karasû: Divê Iraq pirsgirêkê bi danûstandinê çareser bike

“Li şûna piştgiriyê bidin dijberiyê dikin. Çima wê 10 hezar polîs biçin Şengalê? Êzidî dikarin ewlehiya xwe pêk bînin. Nabe ku ji bo xatirê dewleta Tirk zextê li civaka Êzidî bikin.”

Karasû diyar kir ku divê Şengal xweser be lê kî bi rê ve dibe bila bibe û got, “Bila Êzidî xwe bi rê ve bibin. Divê Êzidî xwedî li xweseriyê derkevin. Ger 2014’an Şengal xweser buya wê rewş bi vî rengî nebuya.”

Karasû destnîşan kir ku divê Iraq pirsgirêkê bi danûstandinê çareser bike û PDK jî bola rêzê nîşanî rêveberiya xweser ya Şengalê bide û wiha bi dawî kir;

“Ev yek wê qîmeta PDK’ê û qîmeta Iraqê jî zêde bike. Ji ber Êzidiyan rêveberiya xweser ava kiriye û Iraqê jî qebûl kiriye. Bila Êzidî xweser bin kî bi rê ve dibe bila bibe. Nêzîkatiya me tenê exlaqî û wijdanî ye. Pirsgirêk bi aloziyê çareser nabe. Berpirsyariya her kesî ye ku piştgiriyê li xweseriya Êzidiyan bike.”

Back to top button