Li herêma Firatê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê carekedin li herêma Firatê qedexeya derketina derve hat ragihandind.
Qedexe wê heta 10’ê vê mehê dewam bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî îro qedexeya derketina derve li herêma Firatê ragihand.

Qedexe wê heta 10’ê vê mehê dewam bike.

Di roja yekemîn a qedexeyê de, piraniya dikanan girtîbûn û liv û tevgera şêniyan jî kêm bû.

Kolanên bajarê Tebqayê tên pakkirin

Li gel qedexeya derketina derve, Şaredariya Gel a Tebqayê xebatên pakkirina bajêr dewam dike.

Îro jî navendên giştî û cihên kombûna şêniyan hatin pakkirin.

beta li vir 5 saniyan bidin

Hevserokê Şaredariya Gel a Tebqayê Ebdulhemîd El-Xemrî bang li şêniyan kir ku rêgezên xweparastinê pêk bînin.

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî jimara pêketiyên vîrûsa Corona 7 hezar kes derbas kiriye.

Her wiha heta niha 195 kes jî ji ber vîrûsê mirine.

Back to top button