Êrîşên çeteyên DAIŞ yên li başûrê Kurdistan û Iraqê berdewam dikin.
Çeteyên DAIŞ êrîşê gundê Seyf Seed ê navçeya Qeretepeyê kirin.
Di encamê de çete ketin nava gund, welatiyek revandin û yek jî birîndar kirin.
Li ser vê mijarê berpirsê komîteya navçeya Qeretepe Mihemed Umer ji Ajansa RojNews re axivî û got:
Duh bi şev çeteyên DAIŞ êrîşê gundê Seyf Seed ê navçeya Qeretepeyê kirin.
Niştecihên gund jî bersiva çeteyan da û nêzî saetekê şer dewam kir.
Di encama êrîşê de welatiyek birîndar bû, çete ketin nava gund û welatiyek jî revandin.
Di dawiya sala 2017’an de jî çeteyên DAIŞ êrîşê gundê Seyf Seed kiribûn û serokê meclisa gund revandin, piştre ew kuştin.
Gundê Seyf Seed dikeve Bakurê Rojhilatê navçeya Qeretepe a Xaneqînê.