Vîrûsa Corona..Moderna ragihand derzî ji sedî sed bandor dike

Di demeke ku cîhan dixwaze ji belaya vîrûsa Corona xelas bibe, şirketa Moderna ya DYA ragihand ku di encama lêkolînên wan yên nû de eşkere bûye ku derziya dîtine, ji sedî sed li dijî vîrûsê bi bandore.

Şirketê di daxuyaniya ku weşandî de daxwaz ji Buroya Derman û Xurekan (FDA) ya DYA kir ku zu desturê bidin wan da ku dest bi karanîna derziyê bikin.

Pfizer jî di hefteya derbasbûyî de, yekem şirketa bû li dijî vîrûsê derzî dîtî û serî li FDA dayî ye.

FDA diyar kir ku wê bersiva Pfizer 10 û ya Moderna jî 17’ê Kanûnê de bide.

Şirketa Moderna di hefteya derbasbûyî de ragihandibû derziya ku dîtine, ji sedî 94,5 li dijî vîrûsê bi bandore.

Şirketê teqez kir ku bikaranîna derziyê ya li ser 196 kesên bi vîrûsê ketî û rewşa wan giran bû, di encama bikaranîna 3 derziyan de hatiye dîtin ku, derzî ji serdî sed li dijî vîrûsê bibandore.

Di 2 hefteyan de wê 10 milyon Amerîkî werin derzîkirin

Moderna dazanîn ku ger FDA zu bersiva wan bide, wê heta dawiya salê bi qasî 20 milyon derziyan amade bikin.

Ev jî tê wateya ku 10 milyon Amerîkî werin derzîkirin.

Tê payîn ku di nava sala 2021’an de, 1 milyar derziya li dijî vîrûsê were amadekirin.

Back to top button