Etyopya serkeftin ragihand, hêzên TPLF dibêje şer didome

Piştî Serokwezîrê Etyopya Abiy Ehmed mizgîniya serkeftinê da, Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê TPLF ev yek red kir û ragihand şer li hemû eniyan didome.

Serokê herêma Tîgray Debretsion Gebremichael di axaftinek xwe ya bi ajansa Associated Press re re peyama serkeftinê ya Serokwezîrê Etyopya Abiy Ehmed red kir.

Debretsion Gebremichael ragihand ku hêzên Etyopya li nêzî paytext Mekelle ye û got,

Em bi bawerin emê biser bikevin.

Gebremichael anî ziman ku Ehmed li dijî Tîgrayê kampaya qirkirinê pêk tîne û bang lê kir ku hêzên xwe ji herêmê vekişîne.

Serokê herêma Tîgrayê daxuyakirin hêzên Rizgariya Tîgrayê ku bi moşekan êrîşî Eritre û Amhara kirî hîna di destê wan de jimarek zêde maye.

Etyopya roja Înê ragihandibû ku hêzên wan paytexta Tîgrayê kontrol kirine.

Hêzên Tîgrayê jî dan zanîn ku 29’ê Mijdarê hêzên wan bajarê Aksum ji destê hêzên Etyopya derxistine û balefirek jî xistine.

Back to top button