Çavdêrên siyasî û çalakvanên sivîl ên herêma Raperîn diyar kirin ku nêzîkbûna hinek partiyên Kurdan li gel dewletên dagirker yekîtiya netewî bi paş de dixe û gotin:
Lidarxistina kongreya netewî wê me nêzî hevbike û deskeftiyên me biparêz e.
Çalakvanên sivîl û çavdêrên siyasî yên Herêma Raperîn têkildarî yekîtiya neteweyî û girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ji Ajansa Rojnews’ê re axivîn.
Çalakvanê civaka Sivîl Hawrê Kastro, balkişand ser girîngiya kongreya netewî û got:
Dijmin sûd ji parçebûn û yeknegirtina Kurdan digrin.
Ji bo avakirina yekîtiya netewî divê gavên girîng bên avêtin.
Pêwîste alî bikarin kêmasiyên hev bibînin, û ji bo pêşerojek geş têkoşîn û xebatê bikin.
Li ser heman mijarê Çavdêrê Siyasî Kosret Xidir jî nêrînên xwe wiha anî ziman:
Lidarxistina kongreya netewî me nêzîktirî hevdû dike.
Her alî û partiyek xwedî nêrîneke cudaye, lê kongreya netewî dikare me hemuyan nêzî hevdû bike.
Kosret Xidir balkişand ser hewildanên ji beriya niha ji bo lidarxistina kongreya netewî û wiha axaftina xwe bidawî kir:
Nêzîkbûna hinek hizbên Kurdan li gel dewletên dagirker yekîtiya netewî bi paş de dixe û armancên netewî ji holê radike.
Divê partiyên kurdî kêmasiyên hev rexne bikin û li ser maseyekê rûnin.