Pelika cezayan li ba dibe.. Enqere amade ye bi Yûnanistanê re rûne

Di wextekî de, ku lûtkeya Yekîtiya Ewropayê dê civîna xwe der barê kirinên Tirkiyê li Deryaya Spî li dar bixe û piştî bihna cezayan li ber pozên wê xistiye, Tirkiyê dibêje ew amade ye danûstandinê bi Yûnanistanê re bike. Lê li gorî wê divê ev yek bêyî ti mercan pêk were. Berî niha bi 2 caran, Enqere keştiyên xwe yên lêgerînê berî lûtkeyên YE vekişandine, gelo vê carê jî dê Yekîtî xwe nebihîstî bike??

Bi nêzîkbûna birîna cezayên gengaz li Enqereyê, ya dawî zimanê arandinên xwe nerm dike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku “welatê wî amade ye bêyî ti mercan bi Yûnanistanê re rûne”.

Çavuşoglu, vekişîna keştiya xwe ya Oruç Reis ji Deryayê bi bîr xist, ku “ew êdî piştî vê yekê dikarin demekê ji bo danûstandinên herdu welatan diyar bikin”.

Ji Îlona 2020 de, li ser berdewamkirina danûstandinan hatiye lihevkirin, lê ev yek ji 2016 de hilawestiyayî ye.

Tê payîn, Yekîtiya Ewropayê 10 û 11 vê mehê lûtkeya xwe li dar bixe û mijara cezakirina Tirkiyê jî mijareke wê ya sereke be.

Enqere ji tirsa birîna cezayan, berî vê lûtkeyê bi 10 rojan, keştiya xwe ji ava Qbirisê vekişand.

Li gorî berdevkê YE, lûtke dê têkiliyên xwe bi Tirkiyê re jî di ber çavan re derbas bike.

Berî niha heman senaro dubare bûbû..

15 Îlona derbasbûyî, da serê xwe ji çakûçê cezayan bifilitîne, Enqere dîsa keştiya xwe bi paş de zivirandibû.

Ev jî berî civîna YE bi 9 rojan pêk hat.

Yekîtî tenê bi gefên birîna cezayan, Tirkiyê ditirsîne, lê siyaseta xwe der barê kirinên wê de tam neguhertiye û heta niha tiştek li ser erdê nekiriye.

Almanyaya ku têkiliyên xwe yên dîrokî bi Enqereyê re hene, ji bo rûyê xwe spî bike, carinan bi daxuyanî û carinan bi telefonan ew ditevizand.

Fransa jî ne dûrî wê ye û ji ber nakokiyên wan ên vê dawiyê, zext li YE dikir.

Di wextekî de ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan xwe ji pêşwaziya sekreterê NATOyê re amade dikir, 5 Cotmehê, keştiya bi navê Yavuz berê geşta xwe guhert û vegeriya bendera xwe.

Lê li gorî Hêzên Deryayî yên Tirkî, biryar bû Yavuz heta 12 Cotmehê li başûr-rojavayê Qibrisê bimaya..

Ev vekişîn nayê wateya dê Erdogan pirsgirêkê bi awayekî diplomatîk çareser bike.. libakirina kaxiza cezayan jî weke her car, helbet rê li ber arandinên wê nagire..

Çav li lûtkeya vê mehê ye.. Ma wê YE bi rastî tevgera Enqere bicemidîne!!

Back to top button