
Li gundewarên Idlib û Laziqiyê, 2 lêşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di encama êrîşên çeteyên Tirkiyê li ser nuqteyên hêzên hikumetê li eniya Cebel El-Tirkmen li Bakurê gundewarên Laziqiyê û li eniyên Kefer Nûbilê li Başûrê Idlibê, 2 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin.
Çavdêriyê diyar kir ku şer û pevçûnên hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê li bajarokên başûrê Idlibê jî li dar in.
Her wiha û li gorî heman çavkaniyê, hat diyarkirin ku duh serê sibehê hêzên hikumetê û çeteyan bi giranî li rojavayê Helebê êrîşî hev kirin.
Artêşa Tirk nuqteyên leşkerî yên din li Cebel El-Zewiyê ava kir
Çavdêriyê Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku artêşa dagirkeriya Tirk nuqteyek leşkerî ya din li başûrê bajaroka El-Bara ya başûrê Idilbê ava kir.
Nuqteya nû nêzî enyê şer a bi hikumeta Şamê re ye.
Çavdêriyê daznîn ku hejmara cihên ku artêşa Tirk a dagirker li Idilbê ava kiriye, 73’ê ne.