Ji ber kirinên wê, Pompeo bi tundî Tirkiye rexne kir

Bi armanca xurtkirina NATO’yê ev 2 rojin li Birûkselê civîna wezîrên karên derve yên endamên NATO’yê pêk tê.
Di civînê de careke din tevgera dewleta tirk û xeteriya wê ya ji bo welatên NATO’yê bû mijara nîqaşê.
Wezîrê Karên Derve yê DYA û Tirkiyê di civînê de, li ber hev rabûn.
Wezîrê Karên Derve yê DYA Mike Pompeo, bertek nîşanî tevgera Tirkiyê ya li Derya Spî û têkliyên wê yên bi Rûsya re da.

Ji doh ve li paytexta Belçîka Birûkselê civîna wezîrên derve yên Endamên NATO pêk tê.

Di civînê de, navbera DYA û Tirkiyê de, alozî derket.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Mike Pompeo ji ber provakasyonên Enqerê li Derya Spî û kirîna wê ji sîstema parastina hewayî ya S 400’ê re axivî û wiha got:

Tirkiye bi van kiriyarên xwe, weke ku diyariyek dayî Kremlînê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu jî li dijî vê yekê bertek nîşan da û DYA bi sorkirina welatên Ewropa ya dijminahiya Tirkiyê tewanbar kir.

Li gorî Çavuşoglu ji ber helwesta Amerîka, ti aliyekê sîstema Patroît ne firotine tirkiyê.

Çavuşoglu xebatên koalîsyona Navdewletî ya bi piştevaniya QSD’ê li dijî DAIŞ’ê têdikoşe bi piştevaniya terorê binavkir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê ji bo şandina çeteyên xwe yên gurkirina şerê li Qerebaxê bide ji bîrkirin, careke din DYA û Fransa tewambar kir.

Civîna NATO, wê li ser xebatên 10 salên pêş yên xurtkirina wê hatiba nîqaşkirin.

Sekreterê Giştî yê NATO Jins stol-tun-berg Jens Stoltenberg, koma serbixwe ya ji Wezîrê Parastinê yê Almanya Thomas de Maiziere û Alîkarê Wezîrê Derve yê berê yê DYA Wess Mitchell pêk dihat, ji bo amadekirina raporek derbarê xurtkirina NATO de erkdar kiribû.

Komê raporek 67 rûpela ku ji 138 pêşniyaran a “NATO wê çawa xurtir bibe” amade kirin.

Civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên NATO ku doh despê kiribû îro jî di nava nîqaşan de dewam kir.

Back to top button