Li Rihayê kesek û li Mêrdînê jî 3 kes hatin binçavkirin

Li Şirnex, Mêrdîn û Rihayê ji duh de 27 kes hatin binçavkirin.

Duh li navend û navçeyên Cizîr, Hezex, Silopî, Qilaban û Elkê yên Şirnexê polîsan bi ser malan de girtin.

Di wan serdegirtinan de Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû jî di nav de 23’ê kes hatin binçavkirin.

Ji wan 23’ê kesan 7 kes sewqê dozgeriyê hatin kirin.

Îro Wezareta Karên Hindir ê Tirkiyê ragihand ku wan endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên ku duh binçavkiribûn ji wezîfeyê dûr xistine.

Bi vê dûrxistinê re hejmara endamên meclisê yên HDP’î ku bi giştî 17 kes bûn, dakete 9’an.

Îro jî polîsên Tirk li navçeya Qoserê ya Mêrdînê 3 kes binçavkir, li Rihayê jî kesek girt û şand girtîgeha Rihayê.

Sarûhan Olûç: Dixwazin HDP’ê tune bikin, lê wê HDP tune nebe

Cîgirê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç derbarê girtin û binçavkirinên endamên HDP’ê de axivî û got:

“Dewleta Tirk di du hefteyên dawî de nêzî hezar kesî binçavkirin. lê bila desthilat başbizanibe ku wê nikaribin bi girtin û binçavkirinan HDP’ê têk bibin.”

Back to top button