7 Îranî di kemîneke DAIŞ’ê li rojhilatê Dêra Zorê de hatin kuştin

Serkirdeyek û 6 endamên Lîwaya Qudis a Îranî di kemînek çeteyên DAIŞ’ê de li rojhilatê Dêra Zorê hatin kuştin. 

DAIŞ’ê li ser rêya di navbera bajarê Meyadîn û Fêda yên li rojhilatê Dêra Zorê, kemînek ji erebeya hêzên Îranî re danî.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku 7 endamên hêzên Îranî di nav de serkirdeyek hatin kuştin û jimarek birîndar bû.

Di heman çarçoveyê de, balafirên şer ên Rûsî duh 40 êrîşên asmanî li dijî nuqteyên DAIŞ’ê li biyabanê Sûrî, Homs, Hema, Reqa û Dêra Zorê pêk anîn.

Berî 2 rojan jî, di encama êrîşeke DAIŞê li ser erebeyeke leşkerên hikumeta Şamê de, jimarek leşkerên Firqeya 4an li Dêra Zorê birîndar bû.

Back to top button