Ebdulkerîm Siko: PDK’ê bi helwesta xwe xizmeta dewleta Tirk dike

Sekreterê El-Partî El-Demokratî ya Kurdistanî-Sûriyê Ebdulkerîm Siko nebersivdayîna PDK’ê ya ji bo banga KNK’ê rexne kir û bi ew bi helwesteke şermê bi nav kir. Endamê PYD’ê yê Hesekê Şemsedîn Mela Îbrahîm jî destnîşan kir ku PDK’ê ne xwedî biryar e, ji lew re nikare ji banga KNK re bibe bersiv.

Di civînên KNK’ê yên ji bo pêşîgirtina li şerekî navxweyî de, bang li tevahî partî, kesayetên siyasî û rêxistinên li Başûrê Kurdistanê kir ku nîqaşan li ser rewş û pirsgirêkên niha, pêk bînin.

Tevahî kesên vexwendî, ji bilî PDKê beşdarî civînan bûn, her wiha ti bersivê jî nedaye banga KNK’ê.

Siyasetmedarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ev nebersivdayîn rexne kir, ji ber tenê ev yek xizmeta dijmin dike.

Sekreterê El-Partî El-Demokratî ya Kurdistanî-Sûriyê Ebdulkerîm Siko mixabîniya xwe ji ber helwesta PDK’ê anî ziman, ku KNK’ê hewl dide yekîtiya Kurdî ji bo parastina destkeftiyên wê ava bike, lê PDK çi dike ji bilî ku xizmeta dewleta Tirk dike.

Ebdulkerîm Siko: Divê gelê Kurd li hemberî şerê navxweyî bisekine

Siko daxwaz ji gelê Kurd kir ku li hember çi hewldanên jinavbirina destkeftiyên ku bi saya bi hezaran şehîdan pêk hatine, bisekine.

Şemsedîn Mela Îbrahîm: Divê PDK’ê ji siyaseta xwe ya şaş vegere û tev li yekîtiyê bibe

Her wiha Endamê PYD’ê yê Hesekê Şemsedîn Mela Îbrahîm jî heman mijar girt dest û sedema nebersivdayîna PDK’ê bi sîxurtiya wê ya bi dewleta Tirk ve girêda, ku yek car ne xwedî biryar e.

Şemsedîn Mela Îbrahîm bang li PDK’ê kir ku ji siyaseta xwe ya çewt vegere û tev li yekiîiya Kurdî bibe.

Back to top button