2 HEZAR Û 800 KES JI MALBATÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI KAMPA HOLÊ HATIN BICIHKIRIN

Qonaxa dawî ya têkçûna DAIŞ’ê ber bi dawiyê ve diçe.

Rojane şervanên QSD’ê bi sedan sivîl ji lepên DAIŞ’ê rizgar dikin.

Herî dawî 2 hezar û 800 kesên ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin li kampa Holê hatin bicihkirin.

Şervanên QSD’ê ji bo rizgarkirina sivîlan, bi baldarî tev digerin.

Şervanan di encama operasyonên teybet de, heta niha hejmareke mezin ji sivîlan rizgarkirine.

Nêzîkî 2 hezar û 800 sivîl ji malbatên çeteyên DAIŞ’ ê ku gelek ji wan beyanî ne, gihaştine Kampa Holê ya Rojhilatê Hesekê .

Li gorî ku rêveberiya kampê ji Ajansa HEWAR’ê re ragihandiye piraniya koçberan jin û zarok in.

Hijmareke mezin ji wan, ji Tirkiye, Rûsya û Iraqê ne .

Her wiha ji navçeyên cude yên Sûriyê , Heleb, Hema, Idlib, Reqa û Babê ne.

Rêveberiya kampê û ekîbên Heyva Sor a Kurdistanê li gorî derfetên xwe alîkariyên pêwîst pêşkêş kirin.

Leave a Reply

Back to top button