Dewleta Tirk çeteyên xwe yên Sûrî ji bo Keşmîrê amade dike

Dewleta Tirk piştî Lîbya, Qerebax û Yemenê niha jî ji bo li dijî Hindistanê şer bikin, çeteyan amade dike da wan bişîne Keşmîrê.

Serçeteyê Tûgayên Suleyman Şah Ebû Emşa, berî 5 rojan ji bo çeteyên li Efrîn û Şiyê ragihandibû ku dewleta Tirk dixwaze çeteyan bişîne Keşmîrê.

Li gorî Serçete Ebû Emşa, wê navê çeteyên dixwazin biçin Keşmîrê qeyd bikin û li serê her çeteyekî 2 hezar dolar bên dayîn.

Ev xebata dewleta Tirk demeke kin li Ezaz, Cerablûs, Bab, Efrîn û Îdlibê hatiye birêvebirin, ji bo paşê bi awayekî veşartî derbasî Keşmîrê bibin.

Jixwe şerê navbera Hindistan û Pakistanê de, dîrokî ye û ji 1947an û heta niha mijara herêma Keşmîrê safî nebûye.

Back to top button