Artêşa Tirk a dagirker şandina çekan û avakirina nuqteyên nû zêde dike û herî dawî 30 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin.
Navenda Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku duh artêşa Tirk 30 maşîneyên din ên leşkerî û lojistîk ji dergeha Kerfer Losîn derbasî Idlibê kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, ev karwanên leşkerî yên dagirkeriya Tirk, li herêma qaşo bêçek û li ser rêya M4 tên belavkirin.
Bi derbasbûna van maşîneyên leşkerî re, jimara giştî gihişt 7 hezar û 545 maşîneyî.