NY: Li Lîbya nêzî 20 hazar çekdarên biyanî hene, wext kêm maye

Li Lîbya nêzî 20 hezar çekdarên biyanî heyen.
Ev yek binpêkirina peymana ambargoya şandina çekdaran ya li Lîbyayê ye.
Nûnera Xebatên Piştevanî ya NY li Lîbya Stephanie Williams bi vê axaftinê di “Foruma Danustandinên Polîtîkaya Lîbya” de îşaret bi hebûna çekdarên biyanî yên li welat kir û got, wext kêm maye.

Ji ber hebûna hêzên leşkerî yên biyanî, aloziya li Lîbyayê çareser nabe.

Nûnera Xebatên Piştevanî ya NY li Lîbyayê (UNSMIL) Stephanie Williams, di Foruma Danustandinên Polîtîkaya Lîbya ya bi rêya înternetê de, îşatet bi hebûna çekdarên biyanî yên li welêt kir.

Stephanie Williams ev yek weke binpêkirinekê li dijî serweriya xaka Lîbya û ambaroya şandina çekan binav kir.

Di foruma ku ji 75 kesan pêk dihat de, li ser hilbijartina serokatî û parlamena welêt a di navbera aliyên şer de, hat nîqaşkirin.

Williams bal kişand ser xalên peyamana ku di Cotmehê de hat îmzekirin û wiha got:

Yek ji şertên peymanê, derxistina çekdarên biyanî ji derveyî welêt e.

Ji bo vê yekê, 3 meh dem hatibû diyarkirin.

Li ser vê mijarê ti pêşketinek pêk nehat.

Bi qasî 20 hezar çekdarên biyanî li welat hene.

Li gorî zanyarên NY li Lîbya, bi hezaran çekdarên Rûsî, Sûrî, Sudanî û Çadî hene.

Nûnera NY bê ku nav diyar bike got,

şandina çekdarên bi pere ji aliyê welatên biyanî ve ji bo herêmê, sucek e.

Foruma danustandina navbera aliyên şer ên Lîbya ku di navbera 9-15’ê Mijdarê li Tunusê hat lidarxistin de, pêşketinek berbiçav bi xwe re daye avakirin.

Yek ji van pêşketinan, diyarkirina dema hilbijartinê ji aliyê hêzên şer ve ye.

Williams ji bo beşdarên forumê bi bîr xist ku dem ne li aliyê we ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:

Ne ji bo parvekirina deshilatê, lê ji bo nifşên nû, berpirsyarî li ser milê we ye.

Back to top button