Bi pêşengtiya Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Helebê, ji bo zarokên şehîdan pêşengeheke wêneyan hate vekirin.
Pêşengeh li baxçeya Kulîlkên Şehîdan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate vekirin.
Derdora 99 tabloyên ku 50 zarokên şehîdan ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye xêz kirine hatine pêşendan.
Di vekirina pêşengehê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Rûşîn Musa axivî û got:
Meclisa Malbatên Şehîdan hewl dide desteka zarokên şehîdan bike û bi wan re eleqedar bin.
Zarokan di tabloyên xwe de mijarên mîna pêwîstiya xwendin, parastina tenduristiyê, alên YPG-YPJ’ê Meclisa Malbatên şehîdan xêz kirine.
Di dawiya pêşengehê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî li zarokên şehîdan belav kirin.