Li Til Berak û Girkê Legê peymana li ser Şengalê hat şermezar kirin

Yekîtiya Mamosteyan û Komîteya Rêveberiya Dibistanên Girkê Legê û Meclisa navçeya Til Berakê bi daxuyaniyên cuda peymana dagirkirina Şengalê şermezar kirin.

Di daxuyaniya mamosteyan de êrişên dewleta Tirk li dijî Şengalê hat şermezarkirin.

Mamosteyan peymana dagirkirina Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de jî şermezar kir.

Mamosteyan da zanîn ku armanca vê peymanê ew e ku komkujiyeke din li dijî gelê Êzîdî pêk bînin.

Hat gotin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hemû pêkhateyên xwe piştgiriya gelê Êzîdî li Şengalê dikin.

dîmenê vê li ser wats hatine li cem rolav in

Bi heman armancê Meclisa navçeya Til Berak jî daxuyaniyek da û peymana dagirkirina Şengalê şermezar kir.

Meclisê bang li saziyên Mafên Mirovan kir ku li dijî van pemanên li ser Şengalê bi erkên xwe rabin.

Back to top button