Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 sivîl ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûrî ragihand ku duh çeteyan şêniyên bi navê Ibrahîm Hisên Êlîko (32), Delîl Reşîd Êlîko(28) revandin û birin cihekî ne diyar.
Heman rojê jî, ji bo standina pereyan çeteyan ji gundê Meydankê yê Şera şêniyê bi navê Azad Ismeîl revand.
Meha Mijdara borî çeteyan zêdeyî 7 hezar darên zeytûnê birîn
Rêxistinê diyar kir di meha Mijdara derbasbûyî de dagirkeran 7 hezar darên zeytûnê yên li gundê Meydankê yê navçeya Şera birîne.
Rêxistinê eşkere kir ku 19’ê mijadarê, çeteyan 350 darên zeytûnê li gundê Qizilbaş yê Bilbilê birîn.