Serokomarê Fransa yê berê wefat kir

Serokomarê berê yê Fransa Giscard d’Estaing di temenê xwe yê 94 saliyê de ji ber vîrûsa Corona wefat kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê malbata wî ve hatî dayîn, ji ber vîrûsa corona Valery Giscard d’Estaing li mala xew ya li herêma Loir-et-Cher wefat kiriye.

Serokomarê berê yê Fransa, 17 Mijdarê ji ber nexweşiya dil rakiribûn nexweşxaneyek li bajrê Tours yê welat.

Jiyana siyasî ya Valery Giscard d’Estaing 1956’an bi parlamanteriyê despê kir.

Di serdema serokomariya Geotge Pompidou de bû wezîrê aborî.

Piştî bê yekê 1974’an bû serokomarê Fransa û heta 1981’an ev erk doman.

Valery Giscard d’Estaing ku weke parêzvanê siyaseta Ewropa dihat naskirin, li dijî endamtiya Tirkiyê ya YE bû.

Back to top button