Rûsya, Fransa û Amerîkayê ku serkêşiya grûpa Mînsk dikin bi daxuyaniyeke hevbeş xwestin ku hemû çete yekser ji herêma Qerebaxê vekişin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian û cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Stephen Bigan derbarê rewşa li herêma Qerebaxê daxuyaniyek hevbeş da.
Di daxuyaniyê de hersê aliyan tifaqa agirbestê ya navbera Azerbeycan û Ermenistanê bi erênî nirxand û bang li aliyan kir ku li gorî agirbestê tevbigerin.
Aliyan daxwaz kir ku hemû çeteyên li herêma Qerebaxê yekser vekişin û bang li aliyan kir ku lezê bidin vekişîne çeteyan.
Her wiha di daxuyaniya hevbeş de li ser girîngiya atmosfera guncaw a ji bo vegera koçberan li warê xwe hat destnîşankirin.