Bêdengiya civaka navnetewî li hember sûcên Tirkiyê şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bêdengiya civaka navneteweyî ya Ii hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê şermezar kir.

Li kampa Serdem a girêdayî navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê, endamên sazî û yekitiyên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Roj bi roj îsbat dibe ku dewleta Tirk berdewama împratoriya Osmanî ye ya ku komkujî û siyaseta qirkirinê li dijî şêniyên herêmê pêk anîne.”

Hat diyar kir ku sûcên qetilkirina şêniyên Efrînê û domandina siyaseta guhertina demografiyê, bûye siyaseteke rojane û

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê da zanîn ku ruxmî ev sûc di raporên komîteya lêpirsînê ya navneteweyî hatiye diyarkirin, lê civaka navneteweyî bêdenge.

Bang li rêxistinên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestînine û sûcdar li dadgehên navneteweyî darizaînin.

Back to top button