ASAYÎŞ: BERDANA GULEYAN DI DEMA RAGIHANDINA SERKEFTINA LI DIJÎ DAIŞ’Ê QEDEXE KIR

Birayargeha giştî yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi daxuyaniyekê hişyarî da û got; Qedexe ye di dema ragihandina pêngava tûnekirina çeteyên DAIŞ’ê de gule werin berdan.

Birayargeha giştî yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

“Ji bo hemû rayedar û endamên hêzên ewlehiyê yên hundirîn,

Di encama berxwedana dîrokî ji aliyê hêzên leşkerî ku di nav de hêzên asayîşê, wê di demek nêz de serkeftina dawî li dijî çeteyên DAIŞ’ê were ragihandin.

Piştî ragihandina serkeftinê qedexe ye ku kesek guleyan berde.

Ji bo parastina aramî û aştiyê û her wiha neberdana guleyan hemû berpirsyartî dikeve ser milê rayedayên hêzên ewlehiyê.

Leave a Reply

Back to top button