Fransa dest bi pêngaveke serdegirtina navendên olî kiriye

Di çarçoveya parastina welat ji bûyerine din ên tundrew, Fransa dest bi serdegirtina navendên olî kiriye..

Wezîrê Hundir ê Fransayê Gérald Darmanin ragihand ku Polîsa Fransî dest bi pêngaveke pişkinînê ji bo navendên olî kiriye.

Li gorî Darmanin, ev pêngav wê navendên ku gumana belavkirina tundrewiyê li dor wan hebe, pişkinîn bike.

Wezîrê Fransî teqez kir ku çi navenda ev yek li ser hat peyitandin, wê yekser were girtin û rêkarên guncaw der heqê wan de werin standin.

Ev yek piştî 2 bûyerên kujer hat, ku tê de 4 Fransî hatin kuştin.

Back to top button