Amerîkayê cezayên nû li kesayetine Îranî birîn

Amerîka cezayên nû li komeke çêkirina çekên kîmawî ya girêdayî Îranê, birî.

Malpera Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê, ragihand ku wan ceza li dijî koma Şehîd Mîsamî ya girêdayî rêxistina Îranê ya afrînerî û lêkolîna parastinê û li dijî birêveberê komê Mehran Baberî , birîn.

Biden: Eger Îran pabendî bendan bû em ê vegerin lihevkirinê

Her wiha di hevpeyvîneke wî bi tora CNN re jî, serokê Amerîkî yê hilbijartî Joe Biden da zanîn, ew ê nehêlin Îranê bibe xwedî çekên nuklerî.

Biden anî ziman ku bi vekişîna Amerîka ji lihevkirina nuklerî, egeriyên bidestxistina Îranê ya van çekan zêdetir kir.

Ji lew re, Biden mercek da pêşiya Îranê, ku eger ew pabendî bendan bibin, wê Amerîka vegere lihevkirinê.

Back to top button