Sebrî Nebo banga serhildanê li eşîrên herêmê kir

Meclisa kantona Girê Spî û Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bang li eşîrên li herêmên dagirkirî kir ku li dijî sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin. Her wiha banga vekirina lêpirsînekê derbarê sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo derbarê êrîşên artêşa dewleta Tirk li ser herêmê axivî û nerînên xwe bi par ve kir.

Sebrî Nebo, sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî, spart binketina wê yên li hermberî QSD’ê.

Nebo hişyariya zêdebûna van êrîş û sûcan da, ku eger li hember wan nehat rawestandin û banga liberxwedanê li şênî û eşîrên li herêmên dagirkirî kir.

Mihemed Elî El-Ebo: Divê civaka navnetewî li hember sûcên Tirkiyê bi erka xwe rabe

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo jî sûcên çeteyên Tirkiyê bi bîr xist û bang li civaka navneteweyî kir ku lêpirsînekê derbarê sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan vekin.

“Rêya Til Temir-Zirganê xeter e..garanator bi reka xwe ranabin”

Ji ber van sûcan jî, şêniyan gundên li ser li ser rêya Til Temir-Zirganê jî gazinên xwe hebûn û metiesiya xwe derbarê armanckirina sivîlan a ji aliyê Tirkiyê ve nîşan da.

Şeniyan ji bo vê jî bang li Rûsyaya “garantor” kir ku bi erka xwe rabe.

Ev demek e ku hovên dewleta Tirk erebeyên sivîlan li ser reya Til Temir-Zirganê dikin hedef.

Her wiha êrîşî sehrîcên avê yên şaredariyê jî dikin, dema avê li gundan belav dikin.

Çete bi taybet di seatên êvarî de êrîş dikin.

Kirinên van çeteyan dûrî exlaq û mirovahiyê ne.

Em ditirsin ku rêya di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de, bibe rêya pêkanîna komkujiyan, weke çawa li ser rêya M4 pêk tên.

Hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê yên li herêmê ne, bi reka xwe ranabin.

Em bang li hêzên Rûsya yên garanator dikim, ku bi erka xwe rabe û dawî li van êrîşan bînin.

Rêya di navbera Til Temir û Zirganê de, xeter e.

Ji ber êrîşan em nikarin erdên xer biçînin.

Ma gunehê me çi ye ku êrîşî me dikin.

Çeteyên dewleta Tirk di 2 mehên borî de, nemaze ku van rojên dawî asta êrîşên xwe hîna bilindtir kiriye, bi armanca ketina navçeya Eyn Îsayê, 4 hewldan pêk anîn, lê ev hewldan ji aliyê şervanên QSD ve hatin têkbirin.

Back to top button