Pentagon wê cezayan li Enqereyê bibire

Ji ber kirîna Tirkiye ya mûşekên Rûsî (S-400),Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) di proje-biryara qanûna xwe de, birîna cezayan li Tirkiyê erê kir. 

Li gorî proje-biryara qanûnê ya aboriya Pentagonê, divê ji dîroka pêkanîna vê qanûnê de, serokê Amerîkayê di 30 rojan de herî kêm 5 caran cezayan li Tirkiyê bibire.

Dewleta Tirk sala 2019an pergala S-400 kirîbû.

Vê yekê têkiliyên Amerîka û Tirkiyê xira kir û hişt Washington, Enqereyê ji bernameya xwe ya taybet a balafirên F-35 dûr bixe û gelek caran gefên cezakirinê lê bixwe.

Back to top button