Artêşa Tirk gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin

Di van rojên dawî de, hema bêje rojane li ser herêmê, êrîş ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, hene.
Îro jî dîsa êrîş hebûn û Artêşa Tirk û çeteyên xwe vê sibehê, gundên Şêrawa ya Efrînê bi dijwarî topbaran kirin.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe berî derdora 2 saetan, bi dijwarî gundên Qinetirê û Meyasê yên navçeya Şêrawayê dan ber topan.

Derbarê ziyanên topbaranê de, heta niha ti agahî bi dest neketine.

Back to top button