Fermandara Hêzên Parastina Jinên Beth Nahrain Zenûbiya Asro, û Rêvebera Kongra Star a Til Temirê Gulîxan Tahir, êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê û binpêkirinên di derheqê jinan de tên kirin, şermezar kirin û gotin: Dagirkerî tundî ye, li hember dagirkeriyê rêxistina xwe xurt bikin.
Fermandara Hêzên Parastina Jinên Beth Nahrain Zenûbiya Asro û Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temirê Gulîxan Tahir, derbarê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirina mafên jinan de axivîn.
Zenûbiya îşaret bi rewşa jinên li herêmên dagirkirî kir û diyar kir ku ji tên revandin, destavêtin ê kuştin.
Fermandar Zenûbiya komkujiyên ku derheqê gelê Ermenî ku pêk hatine bi bîr xist û got:
Dewleta Tirk hewl dide dîsa li herêmê van komkujiyan dubare bike û jinan armanc bigire.
Zenûbiya da zanîn ku kirinên dewleta Tirk derheqê jinan de, sûceke şer e û pêwîst e ku ji aliyê civaka navneteweyî ve rê li ber were girtin û jê hesab were xwestin.
Gulîxan Tahir: Dagirkerî tundî ye, li hember dagirkeriyê rêxistina xwe xurt bikin
Gulîxan Tahir jî kirinên li dijî jinên li herêmên dagirkirî şermezar kir û diyar kir ku tevî binpêkirin didomin, lê tu rêxistinên navneteweyî gaveke şênber navêtine û lêpirsîna sûcdaran nekirine.”
Gulîxanê teqez kir ku ew ê bi rêxistinbûyîna jinan planên dagirkeran pûç bikin û wiha bi dawî kir:
Pêwîst e rêxistinên mafê mirovan bi erka xwe ve rabin û dagirkeriyê rawestî ne.