Ji bo Tara Hisên a ku xizmeta siyasî û parastina mafên jinan dikir hate dayîn

Di konferansa li Silêmaniyê de xelata rêzgirtinê pêşkêşî 6 jinên Başûrê Kurdistanê hate kirin, yek ji wan jinan jî Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hisên bû.

Di çarçoveya çalakiyên 16 rojî yên 25’ê Mijdarê de, li Silêmaniyê Konferansek li ser têkoşîna li dijî tundî û hevsengiya zayendî hate lidarxistin.

Di konferansê de Wezîra Karûbarên Civakî, waliyê Silêmaniyê û nûnerên rêxistinên jinan amade bûn.

Her wiha di konferansê de xelata rêzgirtinê pêşkêşî 6 jinên Başûrê Kurdistanê ên ku di warê siyasî, mafê jinan û hevsengiya zayendî de serkeftî bûn, hate kirin.

Yek ji jinên hêjayî xelatê hate dîtin jî Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên bû.

Tara Hisên da zanîn ku ew vê xelatê pêşkêşî jinên bûne qurbanê hişmendiya zilam, desthilat û dagirkeran dike.

Back to top button