Kongreya DYA ji bo cezakirina Tirkiyê ji ber kirîna S-400’î ket tevgerê

Kongreya DYA ji bo cezakirina Tirkiyê ronahiya kesk pêxist.
Kongreya DYA, pêşnûmeya butçeyê erê kir.
Di pêşnûmeyê de, ji ber kirîna Tirkiye ji sîstema parastinê ya S-400 a Rûsya re, îşaret bi cezakirina wê hate kirin.
Ji bo Trump pêşnûmeyê îmze bike, 30 rojên wî heye.

Kongresa DYA cezakirina Tirkiyê ya ji ber kirîna sîstema S-400 a Rûsiya jî di nav de, Pêşnûmeya Qanûna Erkdariya Parastina Netewî (NDAA) erê kir.

Pêşnûme wê di hefteya bê de, li beşên Senato û Meclisa Nûneran ya herdû aliyan bikeve dengdanê.

Di pêşnûmeyê de, serok divê di nava 30 rojan de, ji 12 cezayên ku ji alyê Dijderketina bi Rêya Pêkanînan li dijî Dijberên DYA (CAATSA) herî kêm 5’an bêxe meryetê.

Serokê DYA Donald Trump, 2017’an cezayên CAATSA li ser Tirkiyê birî, asteng kiribû.

Malpera Defense News ya nûçeyan, balkişand li ser pêşnûmeyê û diyar kir ku ger di hefteyên pêş de ev ceza neyê erêkirin, 20 Çileyê dema Biden erka serokatiyê ji Trump dewir girt, wê demê neçare erê bike.

Di pêşnûmeyê de, kirîna dewleta tirk ya sîstema S 400 ku bi bihayê 2,5 milyar dolar weke “Kareke Girîng”cihê xwe digre.

Welatê ji Rûsya sîstema parastinê dikirin, ji aliyê CAATSA ve rastî cezayan tê.

Senetor Menendez:  Ji ber Trump neçare cezayan pêk bîne keyfxweşim

Ji nunerên Demokratan yê karê derve yê Senatoya DYA Rob Menendez piştî ku pêşnûmeyê şeklê xwe yê dawiyê girt bi rêya twittekê keyfxweşiya xwe anî ziman û wiha got:

Trump heta niha hemû karanîn cezayan red dikir.

Lê ji ber niha hêzek ya wî neçar dike cezayan erê bike ez şanazim.

Kongreya DYA: Balefirên F-35 yê ji bo Tiriye hatî amadekirin wê DYA bikar bîne

Pêşnûmeya Erkdarkirina Parastina Netewî erkê dide wê ku 6 balefirên F 35 yên dewleta tirk beriya ji bernameya were derxistin jî wê Hêzên Hewayî yên DYA bikarin bikar bînin.

Di çarçoveya qanûna cezayên CAATSA li welatan dibire de, alî yan jî saziyên ku ceza li wan were birîn, êdî piştevaniya bankan a ji bo wî tê rawesandin, li DYA û rêxistinên aborî yên cîhanî kirediya ji bo wî tê cemidandin, Êdî nikare bi banka giştî ya DYA re kar bike û gelek cezayên din li xwe digre.

Back to top button