MIKE POMPEO: DESTHILATDARIYA MADURO BER BI DAWIYÊ VE DIÇE

Emerîka ku bi destekdayîna lîderê opozîsyona Venezuelayê Xuan Guaîdê tê tewambarkirin, xwe amade dike ku di rojên pêş de helwesta xwe ya lihemberî aloziya li vî welatî eşkere bike.

Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo diyar kir ku desthilatdariya Nîkolas Maduro ber bi dawiyê ve diçe.

Piştî ku lîderê muxalefetê Guaîdo xwe weke serokê demkî yê Venezullayê ragihand, Emerîka bû welatê pêşî yê serokatiya wî pejirand.

Doland Trump bi vê armancê bang li welatên Emerîkaya Latîn kir ku serokatiya Guaîdo nas bikin.

Piştî vê hin welatên Yekîtiya Ewrûpayê jî bûn xwedî heman helwest.

Ji ber vê Emerîka weke berpirsiyara aloziya li Venezuellayê tê tewanbarkirin.

Herî dawî Wezîrê Karê Derve Mike Pompeo ji kanala televizyoneke Emerîkî re axivî û got, êdî desthilatdariya Maduro ber bi dawiyê ve diçe.

Pompeo anî ziman ku gelê Venezuella xwedî wê hêzê ye ku rêjîma Maduro biguhere.

Leave a Reply

Back to top button