Li Yemenê, di êrîşeke hêzên Hûsiyan de, 9 sivîl hatin kuştin.
Çekdarên Hûsiyan bi giranî êrîşî deverên sivîlan li parêzgeha El-Hudeydayê kir û di encsamê de, 9 sivîl hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Her wiha hat diyarkirin ku ji ber êrîşê, gelek zirarên madî gihiştin malên şêniyan.
Ev êrîş, ji aliyê NY û gelek aliyên din ve hat şermezarkirin.
Jixwe beriya 5 rojan jî, li heman parêzgehê, 8 sivîlên din di êrîşeke Hûsiyan de hatibûn kuştin.