Heso Îbrahîm: Bi hikûmeta Iraqê re ti lihevkirin ji bo asayîşê çênebûye

Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê Heso Îbrahîm diyar kir, ku ti lihevkirin di navbera Hikûmeta Iraqê û Asayîşa Êzidxanê de çênebûne, tenê YBŞ hin nuqteyên xwe ji hundir birine derveyî bajêr.

Hikûmeta Iraqê bi şandina hin hêzan bo Şengalê, xwest asayîşa Êzdîxanê desteser bike, lê rastî bertek û berxwedana xelkên wê hat.

Piştî vê berxwedanê, hêzên Iraqê xwe bi paş de kişandin û hate ragihandin ku wê Asayîşa Êzdîxanê, ya Sinûn û Xanesorê di cihê xwe de bimînin.

Derbarê rûdanên dawî de, Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê Îbrahîm Hiso axivî.

Heso Îbrahîm: YBŞ’ ji bo parastina gel hin nuqteyên xwe derxistine derveyî bajêr

Heso Îbrahîm da zanîn ku ji bo Asayîşa Êzdîxanê heta niha ti peymanek fermî nehatiyê çêkirin û got;

“Ji aliyê YBŞ’ê ve hinek lihevkirin çêbûn û hin nuqteyên xwe yên nava bajêr vala kir û li hinekên din ên li derveyî bajêr bi cih bûn.

Lê bi giştî YBŞ di baregehên xwe de ne.”

Heso Îbrahîm teqez kir ku ew dest ji rêveberî û asayîşa xwe bernadin û ji bo çareseriyê re jî nîqaşên wan bi hikûmeta Iraqê re didomin.

“Em eşkere dibêjin PDK ji îstîxbarata Tirkiyê re dixebite”

Hevserokê MXDŞ’ê got:

Em dizanin ku PDK û pêşmergeyên wê weke îstîxbarata dewleta Tirk in.. Em wan naxwazin.

Îbrahîm teqez kir ku heta vîna wan neyê naskirin wê çalakiyên xwe ranewestînin û bang li hemû heval û hogirên Êzidiyan kir ku destûr nedin fermaneke din.

Back to top button