Şêniyên Ranya û Derbendîxanê li dijî nedana mûçeyan li qadan in

Bi sedan mamoste, karmend û welatiyên navçeya Ranyayê li dijî nedana mûçe û rewşa xirab a Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiyê kir.

Çalakvan dibêjin, eger rayedarên hikûmetê bersiveke erênî der barê dana mûçeyan de nedin, dê di rojên pêş de xwepêşandaneke berfireh li dar bixin.

Duh jî welatiyên navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê bi heman armancê li qadan bûn û rêyên sereke yên Derbendîxan-Kelar û Derbendîxan-Silêmaniyê girtin.

Hêzên ewlehiyê jî di heman demê de, hewl da ku xwepêşanderan ji hev belav bikin.

Back to top button