ÎLHAM EHMED: XETERIYA DEWLETA TIRK JI YA DAIŞ’Ê MEZINTIR E

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehemd bi bîr xist ku gelê Kurd û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo têkbirina terora DAIŞ’ê berdêlên giran dane.

Îlham Ehmed welatên cîhanê hişyar kir û got;

Metrisiya dewleta Tirk a hewl dide êrişî gelên Sûrî bike, ji ya DAIŞ’ê mezintir e.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlahm Ehmed ji bo balê bikşîne ser encama dagirkeriya dewleta Tirk, li Emerîka û welatên Ewrûpayê rêzehevdîtin li gel aliyên pêwendîdar pêk anî.

Îlham Ehmed ku li Birîtanyayê hevdîtinên xwe dewam dike, berxwedan û têkoşîna 5 salên derbasî li dijî DAIŞ’ê bi bîr xist û wiha got:

Dema em hewldanên Emerîka, welatên Ewrûpa û têkoşîna gelê me li dijî DAIŞ’ê bînin beramberê hev em ê bibînin ku ferqek mezin heye. Lewma di serî de Kurd, Ereb û Xirstiyanên li herêma me ji bo têkbirina DAIŞ’ê berdêlên gelek giran dane.        Tevî vê yekê jî serkeftina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê bi qasî tê xwestin neketiye rojeva cîhanê.

Îlham Ehmed têkildarî pêvajoya piştî DAIŞ’ê û gefên dewleta Tirk jî ev nirxandin kirin:

Xeteriya herî mezin ku gelên herêmê pê re rû bi rûne dewleta Tirk e. Ew ji DAIŞ’ê xerbatir e. Lewma dewleta Tirk a endama NATO’yê ye niha dixwaze bi çek û desteka welatên cîhanî herêma me dagir bike. Bi destûra Emerîka, Rûsya û Welatên Ewrûpayê hewl dide destekeyên me ji holê rake.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê bang li rêveberiya Îngiltereyê kir da ku li ser asta Neteweyên Yekbûyî li pêş êriş û gefên dewleta Tirk bikeve nava liv û tevgerê.

Leave a Reply

Back to top button