Şûnwarên Efrînê ji hêla çeteyên dewlata Tirk ve tên talankirin.
Berpirsên Gerînendeya Şûnwaran a herêma Efrînê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şûnwarên Girê Kitix ê dîrokî, dizîn.
Berpirsan piştrast kir ku hemû cihên dîrokî rastî wêrankirin û diziyê hatine.
Berpirsên Gerînendeyê teqez kir ku ev rewş jî ji ber bêdengiya dazgehên çapemeniyê û civaka navneteweyî dewam dike.