Tirkiye 3 balafirên din ên leşkerî şandin rojavayê Lîbyayê

Li gorî pergala Flight-Radar a şopandina tevgera balafiran, dewleta Tirk 2 balafirên leşkerî ji balafirgeha Qonya, şandine rojavayê Lîbyayê.

Li gorî Flight-Radar, 2 balafirên Airbus-A400M gihîştin rojavayê Lîbyayê û balafireke din jî ku ji heman cureyê ye, dê bigihêje wir.

Di vê derbarê de, ji fermandarên Artêşa Niştimanî ya Lîbî Xalid Mehcûb da xuyakirin dewleta Tirk bi domandina şandina balafir û çeteyên Sûrî, lihevkirina Cinêv û encamên kongreya Berlînê binpê dike.

Ji lew re, Mehcûb banga bidawîkirina hebûna Tirkiye ya li welêt kir.

Dewleta Tirk, rojên çûyî, zêdeyî 10 balafirên leşkerî şandibûn herêma Wetiyayê û wê çaxê Mehcûb teqez kiribû ku Enqere çeteyên xwe yên şandibûn Azerbeycanê, bi rêya van balafiran vegerandin Lîbyayê.

Back to top button