Kongra Star a şaxê Helebê berxwedana girtiyan silav kir

Kongreya Star a Helebê ji bo girtiyên di zindanên Tirkiyê de û ketine greva birçîbûnê daxuyaniyek da û berxwedana çalakvanan pîroz kir.

Daxuyanî li Hola Şehîdan a Taxa Şêx Meqsûdê bi beşdarbûna bi dehan endamên sazî û dezgehên sivîl, hate dayîn.

Di daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan û zextên dewleta Tirk ên li ser girtiyan hat şermezarkirin û ev tişt hat gotin,

Tecrîd felsefeya Rêber Ocalan dike armanc, ji ber rêber Ocalan bi fikrê xwe nirxê gelan parast û zanebûneke xurt di nava civakê de belav kir.

Kongra Star anî ziman ku ji bo rakirina tecrîdê jî welatparêzên di zindanan de ketine greva birçîbûnê û li ber xwe didin.

Her wiha bang li hemû mirovên welatparêz hat kirin ku piştgiriya girtiyên zindanan bikin û çalakiyan li dar bixin.

 

Back to top button