Li Mexmûrê komxebata jineolojî bi beşdarbûna 50 delegeyan pêk hat

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) îro bi silogana ‘Em bi Jineolojî tevnê jiyanê raçînin’ Komîteya Jineolojî komxebatata xwe ya salekê li darxist.

Endama Komîteya Jineolojî Songul Guler di komxebatê de axivî.

Songul alkişand ser armanc û girîngiya komxebatê de û nirxandina jinê û jineolojiyê di penabertiyê de cihê serbilindiyê dît.

Piştre sînevîzyonek derbarê têkoşîna jinan de hat pêşandan.

Komxebat bi nirxandin û nîqaşan dewam dike.

Back to top button