Rêveberiya Xweser: Qedexeya giştî sibê radibe û qedexeya beşî destpê dike

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî li hemû herêmên xwe qedexeya derketina derve ya beşî ragihand.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî li hemû herêmên xwe qedexeya derketina derve ya beşî ragihand.

Qedexeya beşî wê ji sibe de li hemû herêmên Rêveberiya Xweser destpê bike û heta 20 vê mehê dewam bike.

Li gorî biryarnameyê wê hemû dikanên firotina hemû kelûpelên xwarinê heta saet 4 piştî nîvro vekirî bin, ji bilî sûkên mezin mîna sûka yekşemê, sêşemê û hwd.

Her wiha wê hemû saziyên Rêveberiya Xweser, dibistan û zanîngeh jî werin vekirin.

Li gorî biryarnameyê wê hemû cihên olî girtî bimînin û wê kombûyîn jî qedexe be.

Back to top button